Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Îranê gefa tole hildanê kir


Serokê Îranê Mahmud Ahmedînecad duşema îro gefe kir ku eger Amerîka bi rêya leşkerî erîşî wê bike, ew dê jî bersiva wê bi rêyeke tund bide.

Washington misêwa dibêje li ser bernameya Tehranê ya navokî tu nîyeta Amerîka ya êrîşeke leşkerî tuneye ser bi Îranê ve.

Rêberê Îranê ev axaftin kir di dema konferanseke rojnamevanî da di dawîya seredana xwe ya du rojan da li Abu Dabî ya Mîrgehên Yekgirtîyên Ereban ku cara yekem e serokekî Îranî seredana vî welatî dike ku ev welat ji nêz ve hevalbendê Amerîka ye.

Ahmedînecad rojek piştî seredana Cîgirê Serokê Amerîka Dick Cheney gihîşt Mîrgehên Yekgirtîyên Ereban.

Cheney jibo li ser babetên wek tenahîya Iraqê û bandora Îranê li ser herêmê bi peyive bi seredan çûbû Mîrgehên Yekgirtîyên Ereban.

XS
SM
MD
LG