Serokwezîrê Brîtanî Tony Blair dibêjetin Brîtanya dê weke dosteke diloaza Amerîka di şerrê Iraqê û Afganistanê de bimînitin.
Dema li Washington axiftî birêz Blair berevanî ji rolê Brîtanya kir di dagirkirina Iraqê da û got ew ne peşîman e ji biryara xwe ku mil bi milî digel Amerîka rawestîyaye.
Piştî danustandinên du rojî li Seraya Sipî serok Bush û Serokwezîrê Brîtanya Tony Blair di konfreranseke hevpişkê rojnamevanî de axiftin û berevanî ji biryarên xwe kirin jibo şerrê Iraqê.
Eve seredana dawî ye ya Serokwezîrê Brîtanî bo Amerîka berî dest ji kar kêşana xwe bidetin.
Herdu rêberan bi rêka vîdyo-konferans da digel komandarên xwe yên şerrî li Iraqê û digel balyozên welatên xwe jî axiftin.
Birêz Blair dê li 27ê meha bêt dest ji kar kêşana xwe bidetin wekî serokwezîrê Brîtanîyê.