Karbidestêt Iraqê dibêjin çekdaran hêrîş kire ser baseka piçûk li Bakûra Bexda û heft kes kuştin ku yek ji wan zarok bû.
Karbidest dibêjin hêrîş evro li nêzîkî bajêrokê Baquba qewimî, ku eve jî nîşana hindê ye ku parêzgeha Diyala ya ne tena ye.
Bi teqîna bombeka li ser rêkê li rojava Bexda, sê serbazêt Iraqî hatine kuştin. Herwisa gulle-topek li ser avahîya parlamanî keft lê çi kes birîndar nebû.
Bi alîyekî dî ve Hêzêt Hevalbendîya bi rêberatîya Amerîka li Iraqê, dibêjin pênc Iraqî rizgar kirîne ku terorîstan girtibûn û îşkence dabûn.
Belavokeka Hêza Hevalbendîyê dibêjit evro di hêrîşekê da li ser avahîyeke li bakura rojhilata Kerama li dijî tora El Qaîde, ew pênc Iraqî hatine rizgar kirin.
Belavok dibêjit Iraqîyêt rizgar kirî gotibû ku kesêt ew girtî şerkerêt bîyanî bûn ku bi zaraveke cuda di axiftin.