Karbidestên balyozxana Amerîka li Tirkîye dibêjin du firokeyên şerrî yên Amerîka heftîya buhurî li nêzî sînorê Iraqê bi şaşî ketine nav xetta firrê ya Tirkîye.
Karbidestên Amerîkî û Tirk dibêjin ew lêkolîna wê bûyerê dikin. Leşkerê Tirkîye li ser malpera xwe ya înternetê got li 24ê Gulanê herdu firokeyên F-16 bo demek kurt derbaz bûne nav xetta firrê ya Tirkîye. Karbidest dibêjin ew derbaz bûna nav xettê nêzî çar deqîqeyan hatîye domandin.
Ew bûyer li başura rojhilata Tirkîye qewimî ku dibêjin li wê derê di vê demê de bi hezaran hêzên Tirkîye kombûne.
Ew şikandina qanuna xetta firrê di demek wisa de qewimîye ku di vê demê de miştûmir didomin li ser mesela ku ka gelo wê hêzên Tirkîye li dijî milîtanên Kurd yên li Iraqê tu kiryarên leşkerî bi derbazbûna ser sînor va bikin an na. Heftîya buhurî Wezîrê Derve yê Tirkîye Abdullah Gul gotibû ji bo kiryareke wisa tu plan hêj amade nîne.