Breaking News

Jibo cêbicê kirina maddeya 140 Komîteyek hat danan

Li seyrangeha Selahaddîn, herdu partîyên serekî yên Herêma Kurdistana Iraqê kom bûn.

Di kombûnê da rêberên herdu partîyan, PDK û YNKê, birêz Celal Talabani û birêz Mesud Barzanî bi girîngî li ser babeta maddeya 140 ya Destûrnameya Iraqê peyivîn.

Di dawîyê de biryar dan ku Komîteyek jibo cêbicê kirina wê maddeyê bê danan. Rêzdar Mesud Barzanî wek serokê Komîteyê hate bijartin.

Ji alîyekî din ve dema ji peyamhinêran re herdu rêber peyivîn li ser babeta derbazbûna hêzên Tirkîye ser bi sînorê Iraqê ve birêz Barzanî got ev yek rast nîne û heke Tirkîye derbazî Herêma Kurdistanê bibe ev yek dibe tecawiza serwerîya Iraqê.

Wî herwisa got heke Tirkîye bixwaze meselê bi rêyeke aştîyane çareser bike em dikarin alîkarîya wê bikin lê eger her şerr bike em amade nînin ku alîkarîyê bikin,

Heke bixwazin guh bidine dirêjahîya vê raportê li jor nivîsa bi rêngê şîn ku dibêje '' Li raportê guhdarî bike'' bitiqînin.

XS
SM
MD
LG