Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi teqîna otomobîleke bombebarkirî li Iraqê neh kes hatin kuştin


Karbidestên parastina Iraqê dibêjin êrîşbirekî xwekuj li rojavayê bakûra Iraqê li ber avahîya polîsan otomobîleke bombebarkirî teqandîye û di encamê de neh kes kuştine û 22 kes jî brîndar kirine.

Karbidest dibêjin di êrîşa îro da li bajêrokê Rabîa ya li nêzî sînorê Sûrî (ku rêkeftî 90 kîlometre li rojavayê Musilê ye), çar kesên hatine kuştin polîs bûne.

Li Bexda li taxa Sadr ya ku xelkê lê dijîn bi piranî Şî'a ne, bi teqîna otomobîleke bombebarkirî li ber nuqteyeke kontrolê ya polîsan, çar kes hatin kuştin.

Leşkerê Amerîka dibêje li rojava paytextê bi du êrîşên xwekuj yên bi otomobîlên bombebarkirî çar Iraqî hatine kuştin ku sê ji wan serbaz bûne û herwisa zîyan gihîştîye du mizgeftên li Ebu Xerîb.

Li Musila li bakûrê, çekdaran rojnamevanekî Eswat El Iraq (Dengên Iraqê) kuşt.

Wezareta Berevanîya Brîtanya dibêje serbazekî Brîtanî dema li rojavayê bakûra Besra nobetdarîyê dikir hatîye kuştin.

XS
SM
MD
LG