Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush li Italya digel Pirodî kom bu


Serok Bush daxaz ji Surya kir da dest li karûbarêt hikumeta serok wezîrê Lubnanî Fwad Sinyore venedet.

Serok Bush roja şembî li konfiranseka rojnamevanî digel serok wezîrê Italî Romano Pirodî li Romê ev daxaze kir.

Serokî herwesa daxaza dadgehî kirna gumanlêkirîyêt tawana kuştina serok wezîrê berî yê Lubnanê Refîq Herîrî kir.

Lêvekolîneka Netewêt Yekgirtî karbidestêt Lubnanî bi kuştina Herîrî sala 2005 girê da. Serok Bush herwesa supasîya birêz Pirodî kir bu pişkdarîya leşkirê Italî li hêzêt NATO li Afganistanê.

Her roja şembî, serok Bush digel Pope Benedict kom bî bu baskirna HIV-AIDS û kêşeyêt dî. Eve yekem kombuna serok Bush bu digel wî ewêt sala 2005 demê Joseph Ratzinger buye Pope.

XS
SM
MD
LG