Breaking News

Serokê Tirkîye erê kir rêya helbijardina serokî li referandumê biryar ser bête dan

Serokê Tirkîye ew biryara parlamantoya Tirkîye pejirand ku li gorî vê biryarê serokê welatî li şûna Parlamentoyê wê bi rêya referandumê ji alî xelkê Tirkîye ve bê hilbijartin.

Ahmed Necdet Sezer biryara referandumê da, piştî ku cara duwem parlamanê deng xwe da ku destûrnameyê biguherîne da ku rê bide hilbijartina serokî ji alî xelkê ve.

Rêzdar Sezer'ê ku berê carekê ev biryar veto kiribû û dagerandibû parlamanê, vê carê mecbur mabû ku an ev biryara parlamanê pesend bike an jî biryara referandumê bide.

Partîya desthilatdar û ser bi Îslamê ya Tirkîye , Partîya A.K. desteyeke reform û guhorînan pêşkêş kiribû piştî ku parlaman berbijarê wê yê bo serokatîyê, Wezîrê Derve Abdullah Gul hilnebijart.

Sekularîst ango neoldarên Tirkîye, li dijî berbijarîya rêzdar Gul bûn û Partîya A.K. gunehbar dikin dibêjin ew bizavê dike ku rewşa Tirkîye ya sekularîst biguherîne.

XS
SM
MD
LG