Breaking News

Operasyoneka nu dijî El Qayde li Bexda

Komandarê hêzêt Amerîkî li Iraqê dibêjit hêzên wî li demê 24 demjimêrên bûrî operasyoneka nu dijî xirapkarêt El-Qayde li nav û rexûçanêt Bexda dest pêkir.

Ceneral David Petraeus roja şembî li Bexda, piştî kombunê digel wezîrê berevanî yê Amerîkî Robert Gates, gote peyamhinêran ku armanca wê operasyonê hêriş kirne bu ser bingeh û veşargehêt El-Qayde.

Robert Gates gote peyamhinêran ku encamdana aştbûna niştîmanî piroseka zehmete.

Ji layê xwe Balyozê Amerîkî li Iraqê Ryan Crocker got piroseya aştbûnê dibît biryareka Iraqî bît.

XS
SM
MD
LG