Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewropî wê dîsa alîkarîyeke sererast bide hikumeta Felestînê


Serokê Rêbaza Derve ya Yekîtîya Ewropî dibêje nîyeta Yekîtîyê heye ku jinûve dest bi alîkarîyeke sererast bike bi hikumeta li Kenara Rojava ya nû ya Felestîn re.

Javier Solana rojek piştî ku kabîneya nû ya Serokê Felestînê Mahmud Abbas sonda dest bi kar kirinê xwar, duşema îro ev daxuyanî kir.

Rêzdar Abbas'ê ku kontrola Kenara Rojava di destê komela wî Feth de ye, piştî ku Hamasê heftîya buhurî di şerrê navbera herdu komeleyên neyar de, kontrola Xezze bidestve xist, endamê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh ji karê serokwezîrîyê daxist.

Qesra Sipî dibêje Serokê Welatê Yekgirtîyên Amerîka George Bush li ser telefonê ji rêzdar Abbas re gotîye ku Amerîka kefîl û guman e ji bo piştgirîya hikumeta wî ya nû. Rêzdar Abbas ji rêzdar Bush re gotîye ku niha ew dem e ku jinûve axaftinên aşîtyê destpêbikin.

Dîplomatekî bilind yê Welatên Yekgirtîyên Amerîka Jacob Walles'ê ku konsulê giştî ye li Urşelîm-Qudsê, dibêje Amerîka bi hikumeta Felestîn re têklatîyeke normal dixwaze.

XS
SM
MD
LG