Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice bi Wezîrê Derveyê Iraqê re li ser mesela PKKê peyivî


Rêveberîya Serok Bushî pêgirtina xwe dubare kir ku bingehên serhildayên Kurd li bakûra Iraqê nehêlin, yên ku êrîşan dijî Tirkîye dikin. Michael Bowman li Washington raportek amade kirîye.

Wezîra Derve ya Amerîka Condoleezza Rice dibêje gerîlayên Kurd ku li derveyê bakûra Iraqê çalakîyan dikin di nav wan bahsan de bûye ku bi Wezîrê Derveyê Iraqê Hoşyar Zebarî re peyivîye di kombûna li Washington de.

Xanim Rice dibêje “ Me behsa PKKê kir, me behsa girîngîya mekanîzma asayîşê ya sê alî kir ku Iraq, Amerîka û Tirkîye wextek berê ev mekanîzma damezirandibû û herwisa behsa girîngîya xurtkirin û bileztirkirina karên wê mekanîzmayê kir ji ber ku ne em ne jî Iraqî, dixwazin ku herêma wan jibo kiryarên terorîstî yên dijî welatên cîran bê bi kar anîn.

Partîya Karkerên Kurdistanê PKK, hewla otonomî anku xwemuxtarîyê dide li başûra rojhilata Tirkîye. Ji alî rêveberîya Bush ve wek rêxistineke terorîstî tê naskirin ku Amerîka bi karbidestên Iraqî û Tirkîye ra şrîkatîyekê dimeşîne da ku rêyekê bibînin da gerîlayan ji bakûra Iraqê derînin.

Tirkîye di dema dawî de leşkerê xwe li dora sînorê Iraqê kom kirîye li vî wextê ku ji alîkî ve ew bi şervanên PKKê re şerr dike û ji alîyê din ve PKK jî êrîş dibe ser armancên wê yên leşkerî.

Guhdarên me yên hêja hevkarê me li Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Belên Salih jî bi Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî re hevpeyvînekê kirîye û eger hun bixwazin guh bidine wê hevpeyvînê, ji kerema xwe re li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje "Li hevpeyvîna bi Hoşyar Zebarî re guhdarî bike" bitiqînin.



XS
SM
MD
LG