Rêberên Yekîtîya Ewropî jibo kombûna xwe ya bilind li Brukselê kom bûn da ku ev yekîtîya bazirganîyê ya bi 27 welatan rêya xwe ya kar kirinê têxe şiklekî.
Berî kombûna pêncşema îro, Şêwirmenda Almanya Angela Merkel, ku dora serokatîya Yekîtîyê di destê welatê wê de ye, ji welatên endam xwest ku nihêrtinên xwe yên cuda nermtir bikin li ser paşeroja vê yekîtîya bazirganîyê ku her diçe firehtir dibe. Ji sala 2004 heta niha Yekîtîyê, endametîya welatên xwe ji 15yan gihîştandîye 27 welatan.
Merkel xan, bi wê nîyetê ye ku li ser nexşeyeke peymaneke Yekîtîya Ewropa rêkeftinekê pêk bîne ku têda pirsgirêkên girîng yên guhertina hewayê, tîn û enerjîyê û globalîzasyonê bêne çareser kirin.
Lê belê hem Brîtanya hem jî Polonya huşdarî dane ku ew dê wê rêkeftina nû veto bikin.
London dibêje ew tu peymanên Yekîtîyê qebul nake yên ku wê destê sîstema qanunên welatê wê an jî rêbaza derve ya welatî wê girêbide. Varşav jî dixwaze ku guherîn bên çêkirin di girêdana tesîra dengdanê de bi serjimara her welatên endam ve.