Breaking News

Çar endamêt hêza aştî parêz li Lubnan hatin kuştin

Karbidestekê bilind yê leşkirê Lubnanî got çar endamên hêza aştî parêza Netewên Yekgirtî li başora Lubnanê hatin kuştin.

Wî karbidestê got ew peqîn roja yekşembî nizîkî serbazên Ispanî çêbu.

Herwesa karbidestan ragehand ku bi kêmî 10 kes şevê dî li şer û lêkdanêt nêvbera serbazên hikumetê û tondrêyên Islamî li bajêrê Terablus hatin kuştin.

Desthelatdar dibêjin serbazek, polîsek, du kesêt sivîl û bi kêmî şeş çekdar li şer û lêkdana hatin kuştin.

Lêkdanan şeva şembî dest pêkir piştî serbazan hêriş kire ser mala çekdarekê li taxê Ebu Semre yê Terablusê.

XS
SM
MD
LG