Wezîra Derve ya Amerîka Condoleezza Rice bi Serokwezîrê Libnanê Fuad Sînyora ra kom bû da ku li ser pêşketinên li welatê wî bi peyivin.
Peyivdarê Wezareta Derve Sean McCormack dibêje Rice kombûna li Parîs jibo dubare kirina piştgirîya Amerîka bo bizavên hikumeta rêzdar Sînyora yên reformên aborî û sîyasî bikar anîye.
Peyivdar dibêje herwisa Rice balê kişandîye ser piştgirîya Amerîka bo hikumeta Libnanê li ser şerrê wê yê li dijî metirsîyên tundûtûjî û tûndrêyan.
Rêzdar Sînyora ji bo ku bi Serokê nû yê Fransa Nicolas Sarkozy re kom bibe li Parîsê ye.
Berî du rojan bi teqandina otomobîleke bombebarkirî li başûra Libnanê şeş aştîperezên Neteweyên Yekgirtî hatibûn kuştin.
Her şeş endamên beşa Spanî bûn di nav hêza aştîperez ya Neteweyên Yekgirtî de. Sê ji wan xelkê Kolombîya bûn.