Breaking News

Li Iraqê bi du hêrîşêt bomba bikêmîve heyşt kes hatine kuştin

Karbidestêt Iraqî dibêjin bi du hêrîşêt bomba bi kêmîve heyşt kes evro hatîne kuştin û dibêjin bi peqîna bombeke ser caddê pênc polîs li Samarra hatine kuştin û piştî peqînê yek kesê medenî hate kuştin demê hêzêt parastinê teqe li deverê kirî.

Li Bexda bi peqîna bombekê bikêmîve sê kes hatîne kuştin.

Duhî, roja sêşembîyê, rêberê eşîretekê li Bexda hate kuştin, rojekê piştî hêrîşkerekî xwekuj çar rêberêt eşîretêt Sunnîyan kuştîn di kombûnekê da li Bexda .

Komeleka ser bi El Qaîde berpirsyarîya xwe beramberî wê hêrîşê dîyar kirîye. Komela bi navê Dewleta Îslamî ya Iraqî got ku ew hêrîş bersiv bû li ser hêrîşeka polîsêt Iraqî li ser xanîyekî Sunnîyan li parêzgeha El Ambar ku dest dirêjî li ser keçekê hatibû kirin û babê wê girtibû.

XS
SM
MD
LG