Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misrê mumya melîka Haçepsut hate nasîn


Karbidestên Misrê dibêjin ku wan mumya melîka Haçepsut ya nasî ku berî 100 salan dîtibû.

Haçepsut navdartirîn melîka Misra Kevn bû.

Serokê Civata Bilind ya Şînwara li Misrê Zahî Hawas got ew mumya ku sala 1903 li Gelîyê Melikan li Misrê hatibû dîtin, ev sale bo vekolînê li ser, bo muzexana Qahîre hatibû veguhestin.

Zahi Hawas evro got vekolînêt li ser DNA û vekolînêt dî yêt zanyarî ku li ser didanekî ku digel paşmayîyêt çend endamêt dî yêt wê melîkê hatibûne dîtin, piştrast dikin ku mumya ya melîka Haçepsut bû.

Berî hingê karbidestan gotibû ku reng e ku ew mumya ya dayîna melîka Haçepsut bû lê piştî wê vekolînê dîyar bû ku ya wê bixwe ye.

Melîka Haçepsut li sedsala 15 ya Berî Zayînî melîka Misrê bû.

XS
SM
MD
LG