Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêrîşberekî xwekuj li Yemenê 9 kesêt sivîl kuştin


Hêrîşkerekî xwekuj bi otomobîleke bombekirî li Yemenê bikêmîve heft gerîdeyêt Spanî û du Yemenî kuştin.

Karbidest dibêjin ew peqîn evro qewimî li parêzgeha Me'rib li bakûra rojhilata Yemenê û heft kesêt dî brîndar bûn.

Armanca hêrîşê karwaneka gerîda bû ku berev mezarê Melîka Belqîsa diçû ku sê hezar sala yê kevn e.

Kesî berpirsyarîya xwe dîyar nekirîye lê karbidestêt parastina Yemenî dibêjin renge El Qaîde berpirsyar bît.

Rêberê El Qaîde Usame Bin Laden bi resen ji Yemenê hatîye. Wê komela terorîst jimareka hêrîşan li Yemenê kirîne, yek ji wan hêrîşa sala 2000ê dijî gemîyeka cengîya Amerîkî li Aden ku 17 deryavanêt Amerîkî hatibûne kuştin.

Herwisa Yemen bûye penageha milîtanêt Îslamî , lê hikumeta Yemenî soz daye ku piştevanîya Amerîka bike di şerê dijî terorîzmê da.



XS
SM
MD
LG