Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadyarê Tirk çar kes ji 18 bergumanan berdan di doza kuştina Hirant Dink de 


Dadyarekî Tirk çar kes ji 18 bergumanan berdan ku bi gumana dest hebûnê di kuştina rojnamevanê Ermenî-nijad Hirant Dink de hatibûne girtin.

Her çar berguman evro hatine berdan û dadkirin hate paşêxistin heta wextekî dî ev sale.

Li meha yek, rojnamevan Dink li derveyî ofîsa wî li Stenbolê hatibû kuştin. Dibêjin ku cihêlekî 17 salî pênasîn bi wê gunehkarîyê kirîye.

Dad kirin li pişt dergehên bestî hate kirin ji ber ku ew çekdar nûgeh bû anku nebûbû 18 salî.

Rojnamevan Dink, netewexwazên Tirk ture kiribûn demê peyva jenosîd anku qirkirin bikar înay li ser kuştina Ermenîyan li ser demê împaratorîya Osmanî li destpêka salên 1900an.

Ew par bi şeş mehan hatibû desteser kirin, bi tawana bêrêz kirina netewa Tirk.

XS
SM
MD
LG