Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê mizgefta radîkal li Pakistanê dibêje ez hez dikim bimrim lê xwe nedim dest


Oldarê serekî yê mizgefta dorlêgirtî li Îslamabadê dibêje ez bimrim jî ez xwe nadim dest.

Îna îro Evdil Reşîd Gazî'yê mizgefta Lal anku mizgefta Sor dibêje ew û bi sedan mirîdên di mizgeftê de asê mayî, bi gotina wî şehîd dikevin lê xwe nadin dest.

Gazî ev gotin li ser televizyonê di hevpeyvînekê de kirin.

Hêza Pakistanê dor li mizgeftê girtîye. Roja sêşemê bi kêmîve 19 kes di şerrê navbera milîtanan û hêzên tenahîyê de hatibûn kuştin. Îro di ber destê sibehê jî dengê teqîn û gullereşandinê dihate bihîstin.

Hikumeta Pakistanê ji xelkê dinav mizgeftê de asê mayî xwestîye ku bê şert û merc xwe bidine dest. Hikumet teslîmbûna bi şert û merc red kirîye.

Heta niha bikêmîve hezar û sed kes ku piranîya wan xwendekar in ji mizgeftê revîyane.

XS
SM
MD
LG