Çîn ji Pakistanê dixwazît da pitir kargerêt Çînê li Pakistanê biparêzît, piştî sê karger hatîne kuştin, roja yekşembî demê hindek çekdaran ew kargerêt Çînî li karxaneka çêkirina mêkînêt erebana li bajêrê Pîşawer li bakûra rojava Pakistanê kuştîn.
Karbidestêt balyozxana Çînê evro ji hikumeta Pakistanê xwast da vekolîneke dirust li ser wê hêrîşê biket û bergumana bigrît û hindek pêngavêt pêdivî bavêjît bo parastina hevwelatîyêt Çînî li Pakistanê.
Karbidestêt Pakistanî vekolînê li ser wê hêrîşê diken ka herê çi têkelî bi hêrîşa Mizgefta Sor ve hene an ne.