Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon dibêje her bi paşvexistina bizavên dîplomatîk yên li ser rewşa dawîn ya Kosovo, parêzgeha Sirbîstanê ku li ber e jê bi qete, dibe ku encamên nebaş hebin jibo hemu herêmê.
Rêzdar Ban sêşema îro got ew hîvî dike ku Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî razî bibe ku biryarnameyekê derbaz bike ku li du wê biryarnameyê ew karibin dinav 120 rojan da bi hev bişêwirin ka çewa cudahîyên nêrîna Rusya û Rojava çareser bikin. Rusya gotîye ew her çareya ku ne bi dilê Sirbîstanê be dê veto bike.
Sekreterê Giştî yên N.Y. piştî ku li Brukselê bi serokê Kosovo Fatmir Secîdu re kom bû, ji peyamhinêran re peyivî. Sebra piranîya gelê Kosovo ku bi resen Albenî an ku Arnavut in, her diçe kêm dibe li ser bipaşketina statuya dawîn ya paşeroja parêzgeha wan.
Rêzdar Ban û birêvebirê rêbaza derveya Ewropa Javier Solana, herduan jî dijberîya xwe anîne zimên li hember îlan kirina serxwebûneke yek alî.