Civata Senatoran ya berdewam e evro li ser pirsa Iraqê kom dibît çend rojeka piştî du endamêt Komarî ji serok Bushî xwest da desthilatek nû bidet bo kiryarêt leşkerî yêt Amerîkî li Iraqê.
Çaverê tête kirin ku Civata Senatoran jimareka pêşnivîsêt biryara vê heftîyê dîyar biket, yek ji wan ji alîyê Senatorê Komarî yêt navdar ve, John Warner û Richard Logar.
Ev pêşnîyara herdu senatoran dê heta nîveka meha deh muhletê didete hikumeta Amerîkî da pêdaçûnê li ser rêbazê biket û nexşeyekê danît ku fêrkirina hêzêt Amerîkî vebir biket bo fêrkirina leşkerî bo parastina tixubê Amerîkî û şerrê dijî terorîzmê.
Seraya Sipî ev pêşnîyaze qebul nekirîye.
Herwisa Civata Senatoran li ser pêşnîyazekê diaxivît ku heta meha çar Leşkerê Amerîkî ji Iraqê bê vekêşan lê we pênaçît ev pêşnîyaze jî ji alî Civata 100 endam ve derbaz bît.