Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du teqînên xwekujan li Pakistanê 32 kes kuştin


Du teqînên xwekujan îro pêncşembîyê li Pakistanê 32 kes kuştin û karbidestan got bi kêmî 25 kes hatin kuştin dema xwekujekî otomobîla xwe ya bombkirî teqandî li nêzî karwaneka otomobîlên karkerên medenîyên Çînê, ku polîsan nobetdarî li wan dikir li bajarê Hub ewê dikefta bakûra Karaçî.

Teqînê polîsekî Pakistanî û medenîyek kuşt li wê deverê belê zîyan bi çi karmendên Çînê nekeft.

Li bakûra rojava Pakistanê bi kêmî şeş polîs û medenîyek hatine kuştin di hêrîşeka xwekujî da piştî wî kabirayê Şîayî otomobîla xwe ya bombkirî bihajote nav akademîyeka polîsan li bajarê Hangu.

Ji heftîya buhurî were xirabkaran pitir ji 100 kesan kuştine di teqîna bomban de û di şerran de li herêmên eşîretan li bakûra rojava Pakistanê.

XS
SM
MD
LG