Rêzdar Bayindir jibo vê hilbijartinê dibêje ev serkeftin wek dîlanekê bû û ez vê dîlanê li gel pîroz dikim.
Sevahir xan dibêje ji nav berbijarên Kurdan 24 kes di hilbijartinê de bi serkeftine û serê parêzgehan bi dorê ev çend kes hatine hilbijartin wek berbijarên serbixwe: Li şernexê 2, li Mêrdîn 2, li Batmanê 2, li Dîyarberkirê 4, li Ruhayê 1, li Wanê 2, li Muşê 2, li Colemêrgê 2, Li Stenbolê 2 û dibêje yek din jî hêj kêşe liser e û ka gelo wê ev jimar bilintir bibe an ne wê sê rojên werin nîşan bide.
Endama nû ya parlamanê dibêje jimara me têra komê dike û emê di parlamanê de komekê ava bikin.
Xanim Bayindir hilbijartinê nirxand û got encama hilbijartinê ew e ku êdî ev millet ji muxtira û darbê (anku Coup’de Etat’an) natirse û serî danayne.
Herwisa balê kişand ser jimara hilbijartîyên jin dinav wan berbijarên serbixwe de û got ji wan 24 hilbijartîyên Kurd heyşt kes jin in û ev jî jibo wekhevîya navbera jin û zilaman hêvîyeke mezin e.
Gelî guhdarên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, heke we xwest ku hun li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin, lazime li jor hun nivîsa bi rêngê şîn bi tiqînin ku dibêje "Guh bide hevpeyvîna bi Sevahîr Bayindir re."