Breaking News

Kombûna Amerîka û Îranê li ser rewşa parastina Iraqê tê kirin

Karbidestên Iraqî dibêjin kombûna navbera Amerîka û Îranê li Bexda destpêkir.

Amerîkayê ragihand ku ew kombûn bitenê li ser rewşa parastina Iraqê dibit her çende hinek alozî hene jiber girtina hinek Amerîkîyên Îranî ji layê Tehranê.

Peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka Sean McCormack dibêjît balyozê Amerîkî li Iraqê Ryan Crocker dê daxwazê ji Îranê ket da kar û helwestên xwo li Iraqê biguhorît.

Crocker digel balyozê Îranê li Iraqê Hesen Kazimî Qomî kom dibit.

Amerîka Îranê gunehbar diket bi piştevanîya çekdarên Şî'a li Iraqê û ev yeke ji layê Îranê ve hatîye red kirin.

Peyivdarê Wezareta Derve McCormack dibêjît Amerîkayê çi gohrankarî di kar û helwestên Îranê de nedîtine ewêt kombûna wan li heyva pênc-Gulanê.

Herwisa polîsên Iraqê ragihand ku bi hêrîşeka xwekuj evro sêşembî li bajêrokê Hille bi kêmî 26 kes hatin kuştin û 70 kesên dî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG