Breaking News

Iraqê camê Asya bidestive îna

Bu cara yekê di dîrokê da, helbijardeya Iraqê camê welatên Asya bidestive îna.

Helbijardeya Iraqê li yarîya dumahî ya Camê Asya şîya bi goleka bê biramber serkeftinê biser helbijardeya Erebistana Saudî tomar kir.

Gola Iraqê ji layê yarîzan Yûnis Mehmûd li xoleka 72 hat tomar kirn.

Piştî serkeftina Iraqê, welatîyên Iraqî çûne ser şeqamên bajêrên serenserî welatî bu derbirîna xweşhalî ya xwe bi vê helkeftê.

Peyamhinêrên Dengê Amerkîa Omer Ferhadî li Hewlêr û Selam Balayî li Duhokê raport li ser ahengêt gelê Herêma Kurdistanê hinardîne; fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG