Breaking News

Talîban muhleta jibo rehîneyên Koreya Başûr heta çar demjimêran dirêj kirîye

Çekdarên Talîbanê ku 22 Koreyîyêt Başûr revandî û gefa kuştina wan diken, muhleta dawî ya kuştina wan bo demê çar demjimêran dirêj kirîye heta çarê êvarê bi demê xwocihî jiber berdewam bûna danustandinan.

Dengûbasên dirêjkirina muhleta dawîyê ji layê peyivdarek Talîbanê û bi beyannameyekê ku li ser malpereka Îslamî hatîye belave kirin, hate ragihandin.

Muhleteka dî ya dawîyê ku berî nûke hatîye dîyar kirin, bi serve çû jiber ku çi pêzanîn li ser çarenivîsa Koreyîyêt Başûr bêne dan, ku li roja 19ê meha heft hatibûne revandin.

Çekdaran li heftîya buhurî yek ji wan Koreyîyêt Başûr kuşt û ewêt hingî gefa kuştina Koreyîyên dî diken eger daxwazên wan bi cih nên.

XS
SM
MD
LG