Polîsê Iraqê dibêje li rojava Bexda êrîşbirek xwekuj li nêzî îstasyoneke benzînê tankêreke gazê bi xwe ve teqandîye û di encamê de bikêmî 70 kes hatine kuştin.
Çarşema îro bi vê teqîna li taxa Masur li Bexda herwisa 60 kes jî birîndar bûne. Berî wê, li navenda Bexda bi teqîna otomobîlekê bikêmî 17 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
Ji alîyê sîyasî ve; firehtirîn Bera sîyasî ya Erebên Sinnî da xuya kirin ku wê xwe ji hikumeta hevgirtî ya Serokwezîr Nurî El Malikî vekişandîye bi sebebê ku bi gotina wan Malikî daxwazên wan bi cih ne anîye.
Peyivdarek bi navê Refa'al Îssawî li ser devê Bera Tewafiq got îro şeş wezîrên vê Berê wê karvekêşana xwe ragihînin.
Heftîya buhurî vê Berê lîsteke xwe ya daxwazan pêşkêşî serokwezîrî kiribû ku tê de daxwaza çareserkirina têkilîyên bi milîtanên Şî'a re û guhorîna şêweya kiryaran û girtinan dihate kirin.