Rojnamevan û bizavkarekî mafên mirovan yê navdar li Îranê û kabanîya wî û kiça wî bi tawanêt peywendîdar bi parastinê ve hatine tawanbar kirin.
Rêkxistina Rojnamevanên Bêsînor ku berevanîyê li azadîya rojnamevanîyê diket dibêjit dadgeheka Tehranê roja sêşembî bizavkarê mafêt mirovan Îmad Baqî bi sê salên zindanê hikum kir jiber ku di gotarêt xwo da berevanî li wan kesan kiribû ku bi mirinê hatibûne hikum kirin.
Ew bi kiryarên dijî parastina niştimanî û piştevanîya eşkere ji hevrêkêt hikumetê hate tawanbar kirin.
Rêkxistîya Rojnamevanêt Bêsînor dibêjît kabanî û kiça rojnamevan Baqî bi sê salên zindanê hatine hikum kirin û dibêjît destûdarêt mafên mirovan li Îranê roj bi rojê xirabtir dibit.
Nûke 11 rojnamevan yan hevrikêt ku înternetê bo dîyar kirina bîr û hizrêt xwo bikar tînin li Îranê girtî ne.
Îranê hêjta bersiva belavoka Rêkxistîya Rojnamevanêt Bêsînor nedaye.
Herwisa Îranê heft kesêt ku bi destdirêjîyê li ser namûsê, revandinê û dizîyê hatibûne tawanbar kirin li cihêt giştî li sêdaredan.
Dezgehêt Ragihandinê yêt Îranê gotin heft kes evro li cihên cuda, li bajêrê Meşhed, 1000 kîlometra li başûra Tehrana paytext hatine li sêdaredan.
Eve cara duwê ye di 10 rojan da ku tawanbar li cihêt giştî têne li sêdaredan.
Ev kiryare pişkek bû ji bizavên hikumetê bo tepeserkirina tawankarîyan.
Li heyva heft-Tîrmehê Îranê 12 tawanbarêt dî her bi wan tawanan li Tehranê li sêdarê dabûn.
Îranê roja sêşemê piştrast kir ku du rojnamevanên Kurd bi tawana dijminkarîyê digel Xwedê bi mirinê hukim kirîne.
Karbidestêt Îranê herwisa evro got li girtîxanekê li başûra rojhilata Îranê du tawanbarêt dî hatibûne li sêdaredan.