Breaking News

Rêberêt Kongresê bizavê diken ku bernivîsa derbarê zêrevanîya li ser pêywendîyên bi telefon û e-mailan derbaz bikin

Piştî evro digel serok Bush kom bûn rêberêt Kongresa Amerîkî gotin ku dê bizavê biken vê heftîyê bernivîsa biryarekê derbaz biken ku pitir desthilatê dête hikumetê da bi nehênî zêrevanîyê li peywendîyêt bi rêka telefonê û e-mailê biket.

Serokî rijdî li rêberêt Kongresê kir berî bêhnvedana xwe ya vê heyvê bernivîsa biryareka wisa derbaz biken bo guhorîna qanuna zêrevanîyê li agahîyên bîyanî ku eve 30 sal e hatîye danan.

Serok Bush bizavê diket ku wê qanunê biguhorit da rêkê bidete hikumetê ku bê fermana dadgehê guhê xwo bidete peywendîya navbera bergumanêt terorê li derveyê Amerîka.

Seroka Civata Nuneran li Kongresa Amerîkî xanim Nancy Pelosi got ew di wê bawerîyê de ye ku Civata Nuneran dê şêt vê heftîyê wê bernivîsa biryarê derbaz biket.

Lê rêberê piranîyê li Civata Senatoran Harry Reid sozê nade ku Civata Senatoran li wextek wisa kurt wê biryarê derbaz biket.

XS
SM
MD
LG