Polîsê Iraqê dibêje bi teqîna otomobîleke bombebarkirî li bazareke bajêrê Kerkuk'a li bakûr bikêmî heyşt kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Karbidest dibêjin teqîn îna îro qewimîye li devereka Kerkuk'a bi niftê dewlemend û ku piranîya xelkê lê dijî Kurd in û ku herwisa di van rojên dawî de nexweşbûna navbera netewan de lê zêde bûye.
Li başûra Bexda Leşkerê Amerîka dibêje dema ku helîkoptereke Amerîkî bi mecbûrî niştîye bajêrokê Yusifîye, ku xelkê lê dijî bi piranî Şî'a ne, du serbaz birîndar bûne. Leşker dibêje helîkopter di wê demê de alîkarîyê dida kiryareke plan kirî û lêkolîn li ser vê bûyerê tê kirin.
Di daxuyanîyeke cuda de leşker dibêje ji roja pêncşemê heta niha Hêza Hevalbendîyê di kiryaran de li Bexda û deverên ber bi bakûr ve, pênc terorîst kuştin û 32 gumanlêkirî jî girtine.