Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navberên Amerîkî, Rusî û yên Yekîtîya Ewropa li Kosovo bi karbidestên Sirbî re kom dibin


Navberên navnetewî bi karbidestên Sirbî re îna îro kom dibin wek beşek ji bizava nû ya çareserkirina asê bûna li ser parêzgeha Kosovo ya ku li ber e ji Sirbîstanê biqete

Nunerê Amerîkî Frank Wisner, yê Yekîtîya Ewropî Wolfgang Ischinger û yê Rusî Alexander Botsan-Kharchenko cara yekem seredana Belgradê dikin ji dema ku hatine destnîşan kirin ku navberîyê bikin di nav Belgrad û Prîştîne de. Danustandinên bo çar mehan dê bi armanca rêkeftinekê bê kirin bo dîtina rêkekê li ser statuya dawîn ya Kosovo.

Navberê Yekîtîya Ewropayê roja pêncşemê piştî kombûneke li Londonê got ew nuner û navberên sê alî ku navê ''troika" li wan hatîye danan, tu pêşnîyazeke nû pêşkêş nakin. Wî got dê nuner ji navberên bi resen Albenî yên Sirbîstan û Kosovoyê bixwazin ku ka wê ew ji xwe çi kêm bikin bo çareser kirina kêşeya li ser statuya dawîn ya Kosovoyê.

Piştî Belgradê wê navber biçine Prîştîna, da ku bi rêberên Kosovoyê re bipeyivin.

Ischinger dibêje hêj cih heye bo plana bi navberîya Neteweyên Yekgirtî ku ji alî Martti Ahtisaari ve hatîye danan. Welatên Yekgirtî jî piştevanîyê dide plana Ahtisaarî. Belê Sirbîstan bi piştevanîya Rusya vê plana ku serxwebûneke bi kontrola navnetewî dide Kosovo qebul nake.|

Wezîrê Derveyê Sirbîstanê dibêje Belgrad amade ye ku otonomîyeke fireh bide Kosovo wek ku karibe nuneratî di rêkxistinên navnetewî yên wek Banqa Cîhanî û IMF de hebe. Belê dibêje lazime ku Prîştîna jî ji daxwaza xwe ya serxwebûnê piçekî kêm bike.

Belgrad herwisa dixwaze ku bi Prîştîne re danustendinên yekser bike li şuna ku bi gotina wan ''dîplomasîya hatin û çûnê" bike bi rêya navberên ku dinav herdu bajaran de diçin û tên.

Troika ya sê alîyên Amerîkî, Yekîtîya Ewropî û Rusî lazime heta 10ê meha 12 li ser pêşveçûnên danustandinan raportekê bigihîjîne Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon.

XS
SM
MD
LG