Breaking News

Civata Tenahîyê biryarnameya li ser fireh kirina rola Neteweyên Yekgirtî li Iraqê pejirand

Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî bi hemu dengan biryarnameyekê pejirand ku rola Neteweyên Yekgirtî li Iraqê firehtir dike bo bipêşvebirina lihevkirineke sîyasî.

Bi Deng dana îna îro, Civata Tenahîyê wezîfa N.Y. nû dike û berpirsyarîyên Wezîfa Alîkarîya N.Y. bo Iraqê zêdetir dike.

Li ser daxwaza hikumeta Iraqê biryarname destûrê dide Neteweyên Yekgirtî ku alîkarîyê bide komeleyên netewî û olî li Iraqê bo pêşvebirina lihevkirineke sîyasî dinav bera wan komeleyan de. Herwisa destûrê dide N.Y. ku di warên asayîşa li ser sînoran û têhn û enerjîyê û meseleyên penaberîyê rolekê bileyze.

Ev biryarname ji alî Amerîka û Brîtanya ve hatibû pêşkêş kirin; ev herdu welat li Iraqê xweyîyê hêzên herî mezin in. Di biryarnamê de ji N.Y tê xwestin ku li du Desturnameya Iraqê û di derbaz kirina qaîdeyên wê de, piştevanîyê bide, alîkarîyê bide û şîretan bike û herwisa pêvajoya çareserkirina kêşeyên navxweyî bipêşve bibe.

XS
SM
MD
LG