Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîroristekê birîndar li nexoşxaneka Silêmanî hat girtin


Tîroristekê birîndar ji layê hêzên parastinê ve hate girtin ku bu demê çend rojekan li nexoşxaneka bajêrê Silêmanî li Kurdistana Iraqê dihate çareser kirin.

Rêveberê Asayişa Silêmanî, Hesen Nûrî, ev nûçe piştrast kir û got ew tîrorist li devera Mendelî ser bi parêzgeha Dîyale di şerekê da hatibu birîndar kirin û bi nasnameka saxte hatibu nav bajêrê Silêmanî û li nexoşxaneka Silêmanî dihate çareser kirin.

Herçende navê duristê wî tîroristê aşkere nekir, Nûrî got ew tîrorist bi regez Erebe û xelkê bajerokê Be’qûbe ye.

Rêveberê Asayîşa Silêmanî gote Dengê Amerîka ew kesên digel wî tîroristî jî bun hatîne girtin û vekolîn digel da berdewame.

Bu guhdarî kirin, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG