Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du tîroristên El-Qayde li Iraqê hatin kuştin


Leşkirê Amerîkî ragehand ku du tîroristên El-Qayde ji layê hêzên Hevalbendî hatin kuştin û 36 tîroristên dî li naverast û bakora Iraqê hatin girtin.

Leşkirî ragehand ku jimareka operasyona roja Pêncşembî dijî tora tîrora El-Qayde li Tarimîye, Beqûbe, Musil û Samera birêve çûn.

Herwesa leşkirî mirina serbazekê Amerîkî ragehand ku di peqînekê da li Dîyale hat kuştin.

Bi layekê dîve, oldarê tondrê yê Şî’e Muqteda El-Sedir roja Çarşembî ragirtina hemî çalakîyên çekdarî yên Leşkirê Mehdî bu demê şeş heyvan ragehand.

Karbidestên Iraqî dibêjin çekdarên ser bi El-Sedir pişkdarî li şer û lêkdanên roja Sêşembî kir li Kerebela ku têda 52 kes hatin kuştin. Leşkirê Mehdî vê tometê ret diket.

XS
SM
MD
LG