Leşkirê Iranî berdewame li topbaran kirna deverên tuxîvî yên Herêma Kurdistana Iraqê.
Nazim Omer, niwênerê hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê li Iranê dibêjit egera serekîya topbaran kirna Iranê hebûna “jimareka baregeh û çekdarane li deverêt tuxîvî ku kêşe û arîşa bu hikumeta Herêma Kurdistan û Komara Islamî ya Iranê çêdiken.”
Wî got toparan kirna Iranê rengvedana çalakîyên van çekdarane ku li deverên tuxîvîyên Herêma Kurdistanê çûyne nav Iranê.
Liser seredana şandeka Iranî bu Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê, Nazim Omer got hikumeta Herêma Kurdistanê û Iranê divêt vê keşa topbaran kirna deverên tuxîvî bi rêkên sîyasî û diplomasî çareser biken.
Bu guhdarî kirn, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike