Breaking News

Serok Bush seredana Iraqê diket

Serok Bush û karbidestên bilindên hikumeta Amerîkî bi seredaneka ji nişkî ve gehiştine Iraqê bu kombunê digel karbidestên leşkirê Amerîkî û Iraqî.

Serok Bush, wezîra derve Condoleezza Rice û şîretvanê parastina niştîmanî Stephen Hadley roja Duşembî gehiştine bingehekê leşkirî li parezgeha Enbar li rojavaya Iraqê.

Wezîrê berevanî Robert Gates û karbidestên dî yên leşkirî bi firokeka cuda gehiştine wê bingehê.

Peyvdarê Pêntagonê Geoff Morrell dibêjit civata şer ya Serok Bush digel rêberên Iraqî kom dibin ku dê rolekê serekî bînin li biryarên serok Bush liser paşeroja rêbaza Amerîkî li Iraqê.

Herwesa we çaverê dête kirn serok Bush digel rêberên eşîretên Sunnî û karbidestên parêzgeha Enbar kom bibît.

Serok Bush berî nuke du cara seredana Iraqê kirye, li salên 2003 û 2006.

XS
SM
MD
LG