Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush ji Çînê dixwazît roleke bi kiryar hebît bo bizava çareserkirina germbûna dinyayê


Serok Bush ji Çînê dixwazît da roleka bi kiryar hebît di bizava cîhanî da bo çareserkirina germbûna dunyayê.

Evro li Sydney Awusturalya serok Bush digel peyamhinêran axift û got guhorîna seqayê dunyayê nahête çareser kirin heta ku Çîn pişikdarîyê neket bo danana armancan.

Ev sale Çîn bi mezintirîn welatê ku zîyanê digehînîte seqayê dunyayê hatîye nasandin.

Pekîn dibêjît hêjta welatê wê berev pêş diçît û neşêt teknolojîya nû bo parastina hewayê dunyayê bi dest xwe bêxît.

Herçende Amerîka û Çîn mezintirîn welatin ku hewayê bi zîyan lê belav dibin, çi ji herdu welatan Protokola Kyoto li ser parastina seqayê dunyayê mor nekirîye.

XS
SM
MD
LG