Qumandarê Amerîkî yê mezin li Iraqê û balypzê Amerîkî, dê herdu evro Kongresê agahdar bikin li ser encamêt heyşt heyvan piştî zêdekirina hêzêt Amerîkî li Iraqê.
General David Petraeus û Balyoz Ryan Crocker dê behsê egera zêdekirina hêzêt Amerîkî ken li dû biryara serok Bushî bo du komîteyêt serekî yêt civata senatoran û nuneran.
Jimareka jêderan gotibû ku herdu karbidest dê bêjine Kongresê ku zêdekirina hêzêt Amerîkî harîkarî kirîye bo baştir kirina destûdarêt parastinê li Iraqê.
Rojnama The Newyork Times li ser zarê karbidestekî mezin vegereve dibêjît ku Petraeus dê daxwaz ket ku hêzêt Amerîkî nehêne kêm kirin heta şeş heyvêt dî.
Herwisa çaverê tête kirin ku general û dîplomat bêjin ku hikumeta Iraqî pêşveçûneka kêm kirîye berev pêkhatineka niştimanî.