Serokê Amerîkî George W. Bush şeva Pêncşembî gotareka televizyonî li ser rewşa Iraqê pêşkeş kir û got 30-hizar serbazên zêde ku li heyva yek ya vê salê bu Iraqê hatine hinardin li heyva heft ya sala bihêt dêne vekêşan.
Serok Bush gote welatî ku hukumeta Iraqê serkeftî buye li çend biwarekan ji wan pejirandina kanonên budce û beşkirna dahatên neft û înaneva endamên partîya Be’s ya Seddam Hûsênî bu nav hukumetê.
Serok Bush roja Eynî seredana bingehekê marînza diket li Washington bu berevanî kirn li peyama xwe ku dibêjit Amerîka li Iraqê ser dikevît.
Bu guhdarî kirna tevava gotara serok Bush ya Pêncşembî, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike.