Turkîya û Iraq rêkeftineka dijî tîrorê mor kir bu ragirtina serheldayên Kurd, ku ji bingehên xwe li bakora Iraqê hêrişê dikene ser Turkîyê.
Lê herdû welat liser xalekê rêknekeftin ku da rêkê dete leşkirê Turkîyê biçîte nav xakê Iraqê bu ravedûnana serheldayan.
Wezîrê navxwe yê Turkî Beşîr Atalay û hevberê wî yê Iraqî Cewad Bolanî roja Eynî û li rêwresmekê, ku bi şêweyekê zindî liser televizyonê belav bu, ew rêkeftin mor kir.
Piştî rêwresmê, Altay got herdû welat dê berdewam bin li dan û standina bu bihêz kirna hefkarîya li deverên tuxîvî.
Roja Pêncşembî, desthelatdarên Turk got bi peqîna bombekê ku ji layê serheldayên Kurd ve nizîkî bajêrê Bitlis hatibu danan du serbazên Turk hatin kuştin.