Breaking News

Li Bexda bi teqîna otomobîlên bombebarkirî çar kes hatin kuştin

Karbidestên Iraqî dibêjin bi êrîşên bombeyan li Bexda bi kêmîve çar kes hatine kuştin.

Polîs dibêje bi teqîna otomobîleke bombebarkirî li bazareke qerebalix ya Bexdayê sê kes hatine kuştin û bi kêmîve 10 kes jî birîndar bûne.

Pênc roj piştî ku bi sê teqînên ku balyozê Polandî pê birîndar bûbû, li heman deverê bi teqandina otomobîleke din ya bombebarkirî li nêzî balyozxana Polandî bi kêmîve yek kes hatîye kuştin.

Herwisa Leşkerê Amerîka dibêje Hêza Hevalbendan duşema îro di kiryarekê de li rojhilata Bexda pênc milîtan kuştine û sê yên din jî girtine.

Ji alîyekî din ve karbidestên Îranî çend derbazgehên li sînorê navbera Îran û bakûra Iraqê ji nûve vekirine piştî ku berî du heftîyan ew girtbûn jibo ku helwesta xwe nîşan bidin li hember girtina hevwelatîyekî Îranî ji alî Amerîka ve li Iraqê. Karbidestên Iraqî digotin ku girtina sînorî jibo aborîya Herêma Kurdistanê metirsîyeke girîng bû.

Karbidestên Leşkerê Amerîka şikê dikir ji wî Îranîyê girtibûn ku ew endamê Nobetdarên Şoreşgerîyên Îranê bû û qaçaxçîtîya çekan dikir ji xirabkarên Şî’a re li Iraqê. Karbidestên Îranê digotin ew nunerekî desteyeka bazirganîyê bû bo Kurdistana Iraqê.

Di vê navê da Serokê Iraqê Celal Talabanî dibêje ew piştgirîya wê biryarnameya Civata Senatorên Amerîkî dike ku li du wê biryarnamê dev ji birêvebirina navendî ya Iraqê tê berdan û Iraq dibe sê herêmên serbixwe yên Şî’a, Sunnî û Kurdan.

Biryarnameya Civata Senatoran ya meha buhurî derbaz bûbû û ku pêgirtina wê ne hewce ye dijberî lê hatibû kirin ji alî birêvebirina Bush û Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malikî.

Belê rêzdar Talabanî di hevpeyvenîkê de ji televîzyona CNN re roja yekşemê gotibû ew pêşnîyara Civata Senatoran ji yekgirtina Iraqê kêm nake belê herwisa hêja ye ku bala xwe bidinê.

XS
SM
MD
LG