Serokwezîrê Turkya Recep Tayîp Erdogan dibêjît hikumeta wî karî diket jibo wergirtina îzna parlamanî jibo dest bi kiryareka leşkerî dijî serhildayêt Kurd li bakûra Iraqê.
Îro çarşembîyê birêz Erdogan got şareza xwo berhev dikin jibo dareştina pîlana kiryareka leşkerî, da bihête pêşkêş kirin bo parlamanî.
Dezgehên ragihandina Turkî dibêjin pêşnîyaza hikumetê çêdibit negihêje parlamanî heta heftîya bêt jiber cejna Remezana pîroz.
Duhî sêşembê Welatên Yekgirtîyên Amerîka daxwaz ji Turkîya kir çi kiryarêt yek alî li bakûrê Iraqê neket.
Rêveberîya serok Bushî dibêjit Turkîya pêdivîye hevkarîyê digel Amerîka bikit jibo ragirtina bizavêt Partîya Kirêkarên Kurdistanê.
Ji alîyekî dî ve hêzên Turkîyê hêrîşek birine ser serhildayêt Kurd li bajêrê Şirnex û nêzîkî tixubê Iraqê û hikumeta Turkîya li jêr sengîyeka navxwoyî ye piştî kuştina 15 serbazên Turkîya di hêrîşekê li roja yekşembî.