Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîteyeke Civata Nuneran ya Kongresa Amerîkî dê dengdanê li ser pêşnîyaza biryarekê bike li ser jenosîda Ermenîyan

Komîteyeka Civata Nuneran ya Kongresa Amerîkî evro dê dengdanê li ser pêşnîyaza biryarekê ket ku kuştina Ermenîyan li ser demê Împaratorîya Osmanî li destpêka çerxa bîstê bi jenosîd bidete nasîn.

Serok Bush ji endamêt Komîteyê dixwazît da dijî wê pêşnîyazê rawestin û dibêjît ew mixabinîya xwe dîyar diket li ser kuştina giştî dijî Ermenîyan belê biryareka wisa dê gelekî zîyanê gihênîte têkelîyêt Amerîka digel Turkîya ku hevalbendeka serekî ya NATO ye û herwisa li ser bizavêt dijî terorîzmê.

Wezîrê Berevanîyê Robert Gates we dîyar kir ku Turkîya rêka serekî ye bo kiryarêt Amerîkî li Afganistanê û Iraqê.

Ofîsa serokê Turkîye Abdullah Gul dibêjît, rêzdar Gul nameyek bo serokê Amerîkî hinartîye û dibêjît heke biryareka wesa bête derbaz kirin dê giriftarî peyda bin di têkelîyêt navbera herdu welatan da.


XS
SM
MD
LG