Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice dibêje Îsraîlî û Felestînî mezintirîn hewlê didin bo çareser kirina şerrî 


Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice dibêjît Îsraîl û Felestînî bizavêt micid dikin bo çareser kirina jêknegirtinêt navbera herdu alîyan, berî konferansa aştîyê li ser Rojhilata Naverast li meha bêt.

Xanim Rice evro li Ramallah axift di konferanseka rojnamevanî de digel serokê Felestînî Mahmud Abbas û got bê guman serok Bush jî micid e li ser pirsa Îsraîlê û Felestînîyan û bi domahî înana wê kêşê û bi yek karê serekî di rêveberîya xwe dizanît.

Xanim Rice got birêveberîya serok Bushî dixwazît konferansa meha 11 bêtê kirin bo danana binaxêt rêkekê berev dewleteka Felestînî û rêzdar Abbasî got ew di wê bawerîyê de ye ku nunerêt danustandinan yêt Îsraîlî û Felestînî dê şên bigehinete rêkeftinekê, ku belavnamekê bihevre bidin li ser babetêt kombûnan berî destpêkirina konferansê.



XS
SM
MD
LG