Parlamanê Turkîya destûr da leşkerî jibo derbaz kirina sînorê Iraqê di demê salekê da. Ew dengdan weke bersivekê bû jibo hêrîşên grupên terorîstên Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK.
<!-- IMAGE -->Cîgirê peyivdarê Wezareta Derve ya Amerîka Tom Casey têbînî li ser pêngava parlamanê Turkîya dan. Ew dibêjit: “Ez dibêjim gelek karbidestên Turkîya mezine rêber dinav wan da gotîye ku ev dengdan wê manayê nadetin kiryarek dê bête kirin. Bê guman em berdewam rijdîyê li karbidestên Turkîyayê dikeyn heta li ser xwe bin di bersiva xwe da jibo alozîya adetî ya terorîstên PKKê li bakûra Iraqê. Me nevêt çi pêngavên leşkerî ji alîyekî ve bêne havêtin, çinku em bawer nakin ku ew dê pirsgirêkê çareser bikin. Bi rastî em bawer dikin eve dê wê pirsgirêkê li dawî bi zehmettir biketin li demê rehavêtinê digel gefeyan û rûbirûbûnên heyin.”
Ji sala 1984ê were şerrê nêvbera xirabkarên PKK û hêzên parastina Turkîya bûne egera kuştina bi texmîn pêtir ji 30 hezar kesan. Di raporta xwe ya dawî sebaret bi terorîzmê, Wezareta Derve ya Amerîka dibêjetin pêtir ji sê hezar terorîstên PKKê di bakûra Iraqê da ne. Di hewlekê da bo rawestandina hêrîşan Turkîya û Iraqê rêkeftinek mor kir bo ji kar xistina piştevanîya aborî û lojîstîkî ji terorîstan û girtin û teslîm kirina terorîstan û bersîng girtina terorê.
Wezîrê Derveyê Iraqê Hoşyar Zebarî dibêjitin PKK zîyanê digihînîte Iraqê û hikumeta wê divêtin ew ji welatî derkevin. Ew dibêjît: “Eve çend carin em daxwazê ji PKK dikeyn ji Iraqê derkevin; hebûna wan ne cihê qebûlê ye bo hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê û ne bi şêwira wan e.”
Ji alî xwe ve Kosret Alî Resul cîgirê serokê Herêma Kurdistana Iraqê got Kurdên Iraqê dijî terorîstên PKK ne.
Serok George W. Bush dibêjitin Welatên Yekgirtîyên Amerîka jibo Turkîya gellek rohn û aşkera diketin ku em bawer nakin hinartina serbazan bo nav Iraqê di berjewendîya Turkîya da bitin. Wî got Iraqê eynî xema Turkîyayê heye sebaret bi PKK û rêkeka baştir heye bo rêhavêtinê digel vê pirsê.