Wezîrên derve yên Ferensa, Italya û Ispanya roja Şembî gehiştine Lubnanê da daxazê li partên hefrik biken liser helbijardina serokekê nu bu welatî razî bin, wekî pêngavekê birev çareser kirna kêşeya sîyasî li wî welatî.
Wezîrê derve yê Ferena Bernard Kouchner, wezîrê derve yê Italya Massimo D’Alema û wezîrê derve yê Ispanya Miguel Angel Moratinos digel serok wezîrê Lubnanî Fu’ad Sinyore û serokê perlemanî Nebîh Berrî kom bûn bi hîvîya çareser kirna qeyrana syasî ya Lubnanê.
We biryar bu perleman li çend rojên bihêt serokî helbijêrit, lê rîport radigehînin bu heye bu cara duyê helbijardina serokî bête paşêxistin.
Cara yekê li meha 9-Îlonê helbijardina serokî hate paşêxistin jiber jêknegirîyên nêvbera giropa zorîneya dij-bi-Suryayê û opozisyona Hibollah ya ser-bi-Suryayê.