Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokên Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê kom dibin

Serokê Iraqî Celal Talebanî û serokê Herêma Kurdistana Iraqê Messud Barzanî roja Yekşembî li bajerokê Selaheddîn li Kurdistana Iraqê kom bûn.

Piştî kombûnê, herdu serokan konferanseka rojnamevanî girê da û têda birêz Talebanî daxaz ji endamên Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK, kir da çekê danên.

Herwesa birêz Barzanî got gelê wî berevanî li xwe diket eger ji layê hêzên bîyanî ve kefte ber hêrişan.

Bi layekê dîve, di şer û lêkdana de li devera Hekkarî 12 serbazên Tirk û 32 serheldayên Kurd hatin kuştin.

Bu pêzanînên zêdetir liser kombûna Barzanî û Talebanî, fayla dengî ya servey vî perî kilik bike, raporta peyamnêr Omer Ferhadî li Hewlêrê.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG