Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda bi kêmîve şeş kes hatin kuştin


Polîsê Iraqê dibêjin bi peqîna jimareka bomba li Bexda bikêmîve şeş kes hatine kuştin û pitir ji 20 kesên dî jî birîndar bûne.

Yek ji hêrîşêt evro bombeka ser caddê li bin basekê peqî li rendeka Kerrade li Bexda; sê kes hatine kuştin û du bombên dî li meydanekê peqîn li devera Zahferanîyê li başura rojhilata paytextî; sê kesêt dî hatine kuştin.

Bomba duwê peqî demê polîs gehêştine wêrê bo vekolînê li ser peqîna yekê.

Bi alîyekî dî ve karbidestêt Iraqî dibêjin polîsa şeş milîtanêt Şî'a kuştîne di şerrekî de li bajarê Kerbela roja yekşembî.

Polîsêt Iraqî dibêjin hindek çekdara şîretvanekî rêberekî sîyasîyê Sunnî li Bexda kuşt roja pêncşembî. Ahmed'l Meşhedanî şîretvanê rêberê bloka serekî ya Sunnîyan e, di parlamanê Iraqî da Adnan Duleyîmî.

XS
SM
MD
LG