Di serera ragirtina şerrî ji layê Partîya Karkerên Kurdistanê PKKê dijî hikumeta Turkîya û wan bizav û seredanên dîplomasîyê têne encam dan ku kêşa Turkîya û leşker kêşîya Turkîya bo nav axa Herêma Kurdistanê bi merema lêdana bingehên serhildayên Kurd PKKê aştîyane bête çareser kirin, evro roja çarşembîyê rêkeftîyê 24ê meha 10 ya sala 2007, carek din deverên sînorî li Mêrgesor û Çemêcîh ji layê leşkerê Turkî bi top û firrokan hatine topbaran kirin.
Di kanalê ragihandinê da hatîye xuya kirin ku leşkerê Turkî hatine nav Herêma Kurdistanê da. Jibo piştrast kirina vî dengûbasî me dîvçûna devera sînorî; Berwarîbala, Zaxo û Gulîya û Amedîyê kirin. Lê li herdu deverên Berwarîbala û Zaxo çi topbaran kirin nebûn û sînor ji layê leşkerê Turkîya nehatîye bezandin.
Lê di peywendîyeke telefonî de digel êk ji xelkê komelgeha Dêre li Duhok ser bi qeza Amedîyê ve bo Dengê Amerîka da xuya kirin ku dengê topbaran kirineka dûr ya firrokan li sînorê vê deverê li Çemêcihî hate bihîstin û bezandina sînorî ji layê asmanî ve hatîye kirin anku bi firrokan.
Lê jêderên navbirî da xuya kirin ku ji layê serbazî ve anku peyade ta ku nûke sînor nehatîye bezandin belê leşkerê Turkî hemî amadeya xwe kirîye jibo bezandina sînorên Herêma Kurdistanê.
Eger hun bixwazin guh bidine vê raportê ji kerema xwe re li jor nivîsa ku dibêje "Li raportê guhdarî bike" bitiqînin.